Li Erdîşê gorek komî hat dîtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala



Li nêzî Taxa Çelebîbaxa ya navçeya Ercîşê ya Wanê goreke komî hat dîtin. Li herêmê ku tê texmînkirin ji aliyê xezînegeran ve hatine kolandin, hejmareke mezin hestiyên mirovan hatin dîtin.


Li herêma Madavang a ku di nav sînorên Navçeya Çelebîbax ya ku 10 kîlometre dûrî navenda navçeya Ercîşê ye goreke komî hat dîtin. Di çaleke bi kûrahiya 70 santîmetreyî de serjê perçebûyî û hestiyên mirovên mezin hatin dîtin, ku tê texmînkirin ku ji aliyê nêçîrvanên xezîneyê ve hatiye kolandin. Serokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arsîsa Cewdet Zîlanli ku li gora komî çavdêriyên xwe kirin, diyar kir ku dibe ku gora komî ya dîroka nêz e.


Zîlanli, anî ziman ku dibe ku gora komî piştî kolandina xezînegeran hatibe dîtin û wiha got: “Ez berê jî rastî gorên ku ji aliyê xezînegeran ve hatibûn hilweşandin hatim. Bi gotineke din, ev hestî ji hestiyên ku di serdema Ûrartûyan de an jî ji gorên beriya wê serdemê hatine dîtin bê hempa cuda ne. Şopên çerm li ser van hestiyan hîn nû ne. Di heman demê de, hestiyên pîr zirav in. Lê ev hestî qalind in. Helbet divê ev mijar ji aliyê pisporan ve bê çareserkirin.”

Li Erdîşê gorek komî hat dîtin - Seroke Komela Lekolinen Ziman u Cande ya Arsisa Cewdet Zilanli
Serokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arsîsa Cewdet Zîlanli


Zîlanli bang li rayedaran kir ku gora komî lêkolîn bikin û li gorî nirxên mirovahiyê defin bikin.

Nûçe: Îdrîs Yilmaz

Werger: A-A

Li Erdîşê gorek komî hat dîtin - Li Erdise gorak komi hat ditin 3
Li Erdîşê gorek komî hat dîtin - Li Erdise gorak komi hat ditin 4
Li Erdîşê gorek komî hat dîtin - Li Erdise gorak komi hat ditin 5
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erdîşê gorek komî hat dîtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *