Mexdûrên 12’ê Îlonê yên Wane: Darizandinên wê demê baştirîn bûn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gel Darbeya 12’ê Îlonê di bin pêkutî û mercên rêveberiya rewşa awarte de li Tirkiyê bi hezaran welatî hatin desteserkirin. Tiştên ku hatine serê kesên hatine girtin, wekî mohrekî reş li ser dîroka Tirkiyê hebûna xwe hê jî diparêze. Kesên ku wê çaxê hatibûn girtin dibêjin: “Darizandinên we demê ji yên roja me baştirîn bûn”

Di vê nûçeyê de me xwest serpêhatiyên kesên di dema 12 Îlonê de hatine girtin bibîr bînin. Bi dîmenên arşîvê, rawekirinên serpêhatiyên Cemal Şen, Celal Bartu, Tayyîp Kizilyildiz û Sabahattîn Gunay ku wê demê hatibûn girtin, wêneyeke rewşa siyaseta Tirkiyê ya wê demê bikişînin.

Bi ser darbeya 12’ê İlonê de 42 sal derbas bûne. Pêşengê darbeyê Orgeneral Kenan Evren bû. Darbeyê tesîrek neyînî li ser civaka Tirkiyê kiriye ku hêj jî ev tesîr bi temamî ji ser civakê nerabûye.

Şahidên 12’ê Îlonê: Cemal Şen, Celal Bartu, Tayyîp Kizilyildiz û Sabahattîn Gunay.

Tevliheviya beriya pêvajoya 12’ê Îlonê ku jiyana siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ji nû ve dîzayn kir, piştî destwerdana leşkerî cihê xwe ji atmosfereke mutleq a zextê re hişt. Gelek girtiyên siyasî yên wê demê ku rastî îşkenceyê hatin, yan di girtîgehan de tên ragirtin an jî neçar dimînin ku li derveyî welat bijîn. Kesayetên siyasî yên tevgera kurd, wek Gulten Kişanak û Aysel Tugluk, îro jî di girtîgehê de ne û bi heman sûcan tên darizandin. Cemal Şen, Celal Bartu, Tayyîp Kizilyildiz û Sabahattîn Gunay ên li Girtîgeha Amedê ku wê demê yek ji girtîgehên herî zêde dihat axaftin bû dihatin girtin, behsa atmosfera siyasî ya serdemê û serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê kirin.

 ‘Ger pêlavên min winda nebûna, ez ê sax bimaya’

Cemal Şen ku serpêhatiyên xwe yên li Girtîgeha Amedê weke “şerma mirovahiyê” bi nav dike, di sala 1956’an de li Gundê Topçudegirmenî (Şamanis) a Wanê ji dayîk bû. Şen piştî xwendina xwe ya seretayî li gund qedand, malbata wî ew jibo xwendina navîn şand Wanê. Dema wî dibistana navîn dixwend çepgirên Tirkiyê ku wekî ‘Sê şitil’ tên binavkirin, Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatibûn darvekirin. Di atmosferekî wiha de ew bi fikrên çepgir re rû bi rû maye. Di salên hikûmeta Ecevît de xwendekarê lîseyê bû. Ew dibistana xwe ya lîseyê wekî “mala perwerdehiya çepgiran” bi nav dike. Piştî qedandina lîseyê, li Saziya Goşt û Masiyan wek karmend dest bi kar kir. Piştî Darbeya 12’ê Îlonê bi hinceta ku kedkaran rêxistin kiriye hat binçavkirin. Piştî ku bi qasî 2 mehan girtî ma hat berdan. Di sala 1983’an de diçe leşkeriyê. Di leşkeriyê de cardin ji ber heman sedema hatiye girtin û wî ji vir dişînin Girîgeha Amedê.

Mexdûrên 12’ê Îlonê yên Wane: Darizandinên wê demê baştirîn bûn - Cemal Şen 1
Cemal Şen

42 sal derbas bûn û polîtîka neguherî: ‘Niha li ser îfadeya du şahidên veşartî tê darizandin’

Celal Bartu ku yek ji wan kesên herî ciwan ên wê demê li Wanê hatin girtin bû, di sala 1968’an de li gundê Dalbastî (Xûmar) ji dayik bû. Piştî Darbeya 1980’yî ji ber şert û mercên rêveberiya leşkerî, hêzên ewlekariyê zextên li ser gundan zêde kirin. Her roj gelek kes hatin binçavkirin, gelek kesî jî ji ber îşkenceyên giran navê xelkê didan. Bartu, ku îtîrafkarekî navê wî dabû, di sala 1985’an de dema ku 17 salî bû hat girtin. Ew îşkenceya ku tê kirin wek dijmirovahî dinirxîne. Piştî mehekê li Wanê hat binçavkirin, ew birin Amedê. Piştî pêvajoya binçavkirinê ji aliyê dozger ve hat berdan. Lê piştî 20 rojan di encama îtîraza dozgerekî din de Bartu û hevalên wî dîsa hatin girtin.

Ji ber ku di temenê wî biçûk bû, 14 mehan di beşa zarokan a Girtîgeha Amedê de ma. Bartu, niha jiber xebatên xwe yên di dema şaredartiya Şaxa Wanê de tê darizandin û wiha got: “Niha li ser îfadeya du şahidên veşartî ez têm darizandin. Darizandinên wê demê ji niha baştirîn bûn”

Mexdûrên 12’ê Îlonê yên Wane: Darizandinên wê demê baştirîn bûn - Celal Bartu 1
Celal Bartu

‘Serdema herî dijwar a şiyarbûna civakî bû’

Tayyîp Kizilyildiz, ku dibêje, her kesê wê demê hat girtin xwedî hişmendiyeke bilind a siyasî bû, di sala 1954’an de li Wanê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Wanê qedand. Paşê di sala 1976’an de di Beşa Matamatîkê ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Gazîentabê de dest bi xwendinê kir.

Piştî qedandina vê zanîngehê, 1978’an de çû Stenbolê û dest bi Beşa Ziman û Edebiyata Yewnanan a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê kir. Wî ku nekarî li Stenbolê zanîngehê biqedinîne, bû damezrînerê Komeleya Çanda Demokratîk a Wanê. Wê demê darbe pêk hat û ew jî hate girtin.

Kizilyildiz, ku bi hevalên xwe re bêyî dudilî rêyek têkoşîna şoreşgerî dît an jî ava kir, serdema beriya 12’ê Îlonê weke “serdema şiyarbûna civakî ya dijwar” bi nav dike.

Mexdûrên 12’ê Îlonê yên Wane: Darizandinên wê demê baştirîn bûn - Tayyip Kizilyildiz 1
Tayyîp Kizilyildiz

‘Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’

Kizilyildiz, di dema derbeya 12’ê Îlonê de li Wanê di encama serdagirtina malan de hat desteserkirin. Weke her kesî ewil birin Tabûra Komando ya li Toprakkaleyê û piştre jî ew birin Girtîgeha Amedê, Tevî ku di dosyaya dozê de tenê belgeyek di derbarê sûcdariyên li ser wî de tuneye ew jî, 6 sal û nîv di vê girtîgehê de ma. Wî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi dirûşmeyên bingehîn ên wekî “rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ û bi hişmendiyeke bilind di dema îşkenceya ku di girtîgehê de lê hat kirin de li ber xwe dida û got, “Ez difikirim ku rûmeta mirovahiyê dîsa bi ser ket. Yên ku şerm dikirin ew bûn yên ku îşkence lê kirin.”

Wekî ‘Mamosteye Gund’ ew şandin cihekî ku ne gund bû

Sabahattîn Gunay ku bê delîl, zêdetirî 2 salan di girtîgehê de ma û rastî gelek îşkenceyan hat, di sala 1950’î de li Gundê Oyuklu (Midye) yê navçeya Cûngûş a Amedê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li navçeya xwe qedandiye. Gunay piştî xwendina li Dibistana Mamosteyan a Erganiyê, di sala 1971’ê de li wir mamostetiya dibistana seretayî qedand. Gunay, diyar kir ku dema wî li dibistana mamostetiyê dixwend û pêkhateya civakê nirxand ew gelekî polîtîze bûne û di salên xwe yên dibistanê de herî zêde bi kesên çepgir re hevdîtin kiriye.

Gunay bi hevalekî xwe yê ji Ispartayê re di sala 1973’an de Komeleya Hemî Mamosteyan û Yekîtiya Mamosteyan (TOB-DER) ku mezintirîn rêxistina mamosteyan a Tirkiyeyê ye, ava kir û demeke dirêj serokatiya wê kir. Gunay, anî ziman ku TOB-DER rêxistineke pir polîtîk bû û, ‘Kongreya Zimanê Dayikê’ ya ku di sala 1977’an de boneya balê bikşîne ser perwerdeya bi zimanê dayikê li Balikesîrê pêk hat wekî mînak da nîşandan.  

Gunay, dibêje ku wî di salên mamostetiyê de xebatên xwe yên şoreşgerî domandiye, ji ber vê yekê gelek caran rastî pirsgirêkan hatiye û heta sirgûn bûye. Piştî ku wekî ‘Mamosteye Gund’ wî dişînin cihekî ku ne gund ew îstifa dike û wek karmend di Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) dest bi xebatê dike.

Mexdûrên 12’ê Îlonê yên Wane: Darizandinên wê demê baştirîn bûn - Sabahattin Günay 1
Sebahattîn Gunay

‘Ez bi qasî serê derziyê ji serpêhatiyên xwe poşman nebûme’

Lê dema ku 12’ê Îlonê qewimî, ew jî ji ber çalakiyên xwe yên berê hat binçavkirin. Dema behsa 12ê Îlonê dike dibêje, “Yê ku ket hundir îşkence lê hat kirin, yê li derve ma jî îşkence lê hat kirin”. Li gorî rapora MÎT’ê hate darizandin û ji ber nebûna delîlan ji 2 salan zêdetir di girtîgehê de û piştî 18 rûniştinên darizandine hate berdan. Piştî ku ji girtîgehê derket demeke dirêj bêkar ma û dema behsa serpêhatiyên xwe dike wiha dibêje: “Ez ji tiştekî poşman nebûm. Bi qasî serê derziyê poşman nînim. Berevajî vê, ez bi rûmet bûm. Ji ber ku ne ji bo kesî, ji bo tiştên ku ez pê bawer im, tevlî têkoşîna siyasî bûm.”

Nûçe: Zelal Sahîdenur Sari-Yeşîm Karaagar

Vîdeo: Zafer Avnaş-Dildar Guler

Montaj: Zafer Avnaş-Hakan Aslan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mexdûrên 12’ê Îlonê yên Wane: Darizandinên wê demê baştirîn bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *