Parlamanterê ÎYÎ Partiyê Agiralioglu îstifa kir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamanterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Yavuz Agiralioglu ku ev demeke di rojevê de ji ber gotinên xwe yên hemberî namzetiya Kiliçdaroglu bûbû sedema nîqaşan, ji partiya xwe îstifa kir.

Parlamanterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Yavuz Agiralioglu, ku di rojên dawîyê de bi rexneyên xwe yên dijî berbijarê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu ketibû rojevê, ji partîya xwe îstîfa kir.

Agiralioglu gotibû ku maseya şeşalî neheqî li ÎYÎ Partiyê kir û berbijarîya Kiliçdaroglu li ser wan ferz kiriye.

Wî di 22’yê Adarê de Kiliçdaroglu, pênc partîyên din yên ser maseya şeşalî û HDP bi tundî rexne kiribû. Agiralioglu dû re ragihandibû ku ewê di hilbijartina serokomrîyê de dengê xwe nede Kiliçdaroglu.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşat Zorlu jî piştî biryara Agiralioglu got ku îstîfakirin biryareke yekalî ye û hevdîtina Agiralioglu ya bi seroka wan Merak Akşener re wê pêk neyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Akşener di destpêkê de li dijî namzetîya Kiliçdaroglu derketibû û ji maseya şeşalî paşve vekişîbû, lê piştî çend rojan jiber nerazîbûna girseyî ya ji nava partîya xwe careke din zivirîbû ser masê. (Dengê Amerîka)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamanterê ÎYÎ Partiyê Agiralioglu îstifa kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *