Serokê Tîma Dalkurdê Kiliçaslan: Dalkurd li Ewropayê wekî nûnerê Kurdan tê nasîn

featured
Welat Kiliçaslan
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçaslan ku bo penelekî hat Wanê, destnîşan kir li Ewropayê, Dalkurd wekî nûnerê Kurdan tê nasîn û got ku ew dixwazin li heremên Kurdan nûnertiyên Dalkurdê vekin.

Dalkurd FF, li bajarê Dalarna yê Swêdê di sala 2004 de hat damezrandin. Tîma Dalkurd, di sala 2005’an de di lîga 7’an a Swêdê de dest bi maçên xwe yên ewil kir û her sal derbasî lîqeke jortirîn bû. Dalkurd di her lîga ku di pênc salên ewil de tê de beşdar bû, serkeftinên xwe zêde kir û derket lîga ‘Allsvenskan’, ku wek superlîga Swêdê tê zanîn.

Lê belê ji ber zehmetiyên aborî yên ku pê re rû bi rû ma, ewil ji Superettanê û paşê jî derbasî lîga herêmê bû. Dalkurd îsal dîsa ji lîga herêmê derbasî Superettan bû.

‘Damezrandina Dalkurd ê projeyek ciwakî bû’

 Serokê tîmê û hev-avakarê tîmê Welat Kiliçaslan, ku ji bo tevli penelekî bibe hatibû Wanê, derbarê damezirandina Dalkurd ê de got, “Projeyek ciwakî bû. Ji bo xort û ciwanên me ji riyên xerab vegerinin û ji bo kêşandina hişbirê û tiştên din ên nebaş di civatê de nekin, ji ber van tiştan li herema Dalarnayê bi vî avayî hat damezirandin.”

Di berdewamiyê de Kiliçaslan balkişand li ser navê Dalkurd ê û wiha domand, “DalKurd li herema Dalarnayê ya Borlängeyê hate avakirin. Nav jî li wê derê tê. Dal kurtasîya Dalarnayê ye, Kurd jî li Kurd ê wir dijîn.”

Her wiha Kiliçaslan, di axaftina xwe de behsa felsefeya DalKurd ê jî dike û dibêje “Du nasnameyên me hene. Yek, em kulubek komeleya Swêdê ne û nasnameya Kurdîye. Felsefeya ku em dikaribin rêbaza Kurd û Kurdistanîyê berdevam bikin. Bi xort û ciwanê xwe yên diasporayê taybetî jî li Swêdê nedin ji bîr kirin. Welatê xwe bi kesên ku di tîma DalKurd ê de dilîzin ew ên bîyanî bi xêra wan wek lobîyê jî em dikin yanî werzîş ê bêtir lobîyê jî dike DalKurd. Kurd û Kurdistan ê hem cîhanê û hem jî dîasporayê dide naskirin. Felsefa wê a bingehîn ewê.”

‘Kêmasîya me ku ew piştgirîya heyî em nagihînin hevdû’

Kiliçaslan, amaje eleqeya li hemberî tîma Dalkurdê jî kir û bo xwedî derketinê wiha bang kir: “Ez bawerim piştgirîya Kurdan ger zêde be ê têrê bike. Kêmanî em jî bibin alîkarî vî tiştî û (ger) bibin hevalbendê vî tiştî, em dikarin bi hevre vî tiştî bikin. DalKurd tenê dikaribe vê karî bike, karekî giranê ez bawerim em tenê nekarin.”

Ew bi gotinên, “Berî sal nîvek û du salan hat behskirin ku di nav û rengê DalKurd ê wê bê guhertin. Li ser çapemeniyê bawer dikim bi hezaran belkî bi deh hezaran malper, avabûn remza (sembol) DalKurd ê hat bikaranîn. Yanî piştgiriyên gelek xurt hene,” balê dikişîne ser girîngiya piştgiriyê û her wiha kêmasiyên xwe jî wiha tîne ziman, “Ku ew piştgirîya heyî em nagihînin hevdû. Em bi wan nakin yek. Rêvebirîya DalKurd ê ez bêjim an DalKurd bi xwe, wêke tîm wêke kulûb belkî xeletîyê me kêmasiyên me çebûbin ku me ew firset ew derfet bikar ne anîye. Ji ber lêpirsandina DalKurd ê birastî di nav ciwakê da heye.”

Serokê Tîma Dalkurdê Kiliçaslan: Dalkurd li Ewropayê wekî nûnerê Kurdan tê nasîn - Seroke Tima Dalkurde Kilicaslan Dalkurd li Ewropaye weki nunere Kurdan te nasin

‘Em dengekî hevkarî yê Kurda avabikin’

Kiliçaslan got ku ji bilî vê hin kêmasiyên wan yên di jî çêbûne û wiha rêz kir: “Dibêjin ‘wek qutîyek girtî em wê nabînin, em wê nasnakin,’ em jî dixwazin hêdî hêdî bi wan tiştên xwe, (Daxuyanî-roportaj) peyamên xwe bidin dervê. Û bi vî avayî em bikaribin kesên ku hem dixwazin bibin xwedî agahî û hem jî dixwazin bibin beşek vê tîmê, ji nêz ve nas bikin.”

‘Em dixwazin nûnertiyên Dalkurdê vekin’

Serokê Tîmê Kiliçaslan, ji bilî van tiştan dibêje ku ew dixwazin li gelek deveran nûnertiyên Dalkurdê bidin vekirin û wiha domand: “Çi sefîrî (nûnertî) be, an jî li bajarên Kurdan be, bi taybet jî heremên Kurdan em dikarin nûnertiyan vekin. Danûstandinê li vî derî bikin. Em van tiştana bêtir berfireh bikin. Dengekî bi tevayî jê derxînin, dengekî hevkarî yê Kurdan jê derxînin, yekitîyek em bi hev re dikarin bi wî şiklî em avabikin.”

‘Daxwazek jî heyî ku gelême Dalkurd ê nasbike’

Kiliçaslan derheqê hêstên xwe yên serdana Wanê de jî anî ziman û wiha got, “Her xebatî ji bo Kurd û Kurdistan ê Kurdewarîyê em bikaribin. Bawer bikin em ê keyfxweşî û bi serbilindî bikin û ez bawerim daxwazek jî heyî ku gelê me Dalkurd ê nas bike. Wek we jî got, ‘Dalkurd kiyê, çiye, çima deng jê tuneye.’ Li vê derî kulubê me hene, sazî dezgehê me hene. Em dikarin bihevra alîkar bin derfetan ava bikin, civaknasê xwe bidin naskirin, danûstandinê fikr û ramanê wan jî bistînin, em çawa vî welatî xwe nav gelê xwe dikarin bi cî bibin. Daxwaz çi ji me tê kirin, barê me çîye, em çiqasî dikarin rakin û tiştê turîkê me de heyî em dikarin wan jî hevalbendê xwe re nas û dostan re jî parvebikin.”

Vîdeo/Montaj: Yeşîm Karaagar

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê Tîma Dalkurdê Kiliçaslan: Dalkurd li Ewropayê wekî nûnerê Kurdan tê nasîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *