Tekane zomiyê Mûşê: Kerem Yilmaz

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajaroka Kizilxaç ya Mûşê ku 4 hezar nufûsê wê heye, ji ber ku sewalkarî her diçe kêm dibe, îsal tenê malbata Kerem Yildiz, derkete zomê.

Li bajaroka Kizilxaç (Kizilagaç) a Mûşê ku nufûsê wê 4 hezar e, her roj diçe hejmara malbatên ku sewalkariyê dikin kêm dibe. Ji ber vê sedemê îsal tenê malbatekê karî derkeve zozanê (Zom). Di salên berê de nêzî 30 malbat dema demsal dibû havîn, berê xwe didan zozanan. Lê îsal tenê malbata Kerem Yildiz ê 85 salî tevî, sewalên xwe derketiye zomê.

Tevî kêmbûna sewalkariyê û qeyrana aborî, welatiyên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin, koçî bajarên mezin kirine. Ji ber vê jî li herêmê çanda zozanvaniyê jî, êdî ber bi windabûnê ve diçe.

Tekane zomiyê Mûşê: Kerem Yilmaz - Tekane zomiye Muse Kerem Yilmaz 5

Li Mûş û navçeyên wê gelek zozanên berfireh hene. Berê gundî û koçeran li vir konên xwe yên reş vedigirtin. Lê niha çi dewsa van konan li vir nemaye û çandinî û sewalkarî jî hêdî hêdî ji holê radibe.

Zomiyek tenê maye

Zomiyê tekane yên bajaroka Kizilxaçê Kerem Yildiz, ku tevî malbatê derketiye zozanê diyar dike ku, beriya niha li zozanê coşek hebû, li her derê dengê zarokan dihate bihistin, lê niha bêdengiyek ketiye nava zozanê. Yildiz, derbirî ku ew beriya rojên berê dike û wiha dibêje: “Li vê zozanê di demên berê de bi sedan kon dihatin vegirtin. Niha ez tenê mame. Êdî dengê zarokan li vir nayê bihistin. Ez jî bimrim, êdî tu kes namine, zozanvaniyê bike. Ez dê bibim zozanvaniyê dawî. Gundî nikarin bi sewalkariyê debara xwe pêk bînin. Ji ber vê jî wan dev ji vê pîşeyê berdaye. Heta vî temenê xwe yê 85 saliye, ez her sal bi malbata xwe re hatime vê derê. Me nanê xwe bi vî avayî bidest xistiye. Ji ber rewşa niha, ez pir xemgîn im.”

Tekane zomiyê Mûşê: Kerem Yilmaz - Tekane zomiye Muse Kerem Yilmaz 4

‘Divê çanda zozanvaniyê were parastin’

Yek ji niştecihên Kizilxaçê yê bi navê Ferît Yenturk ku hatiye serdana zozanê tenê kone lê hatiye vegirtin jî diyar kir ku divê çanda zozanvaniyê were parastin. Ew diyar dike ku bo parastinê jî pêwîstî bi piştgirî dayîna sewalkar û zazonvanan heye.

Tekane zomiyê Mûşê: Kerem Yilmaz - Tekane zomiye Muse Kerem Yilmaz 1

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tekane zomiyê Mûşê: Kerem Yilmaz

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *