Qedexeya nêçîra Masiyên Wanê destpê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Masiya Kefala Dur bi navê din Masîya Wanê ku li cîhanê tenê di nava Gola Wanê de jiyan dike, dest bi koça xwe ya bê hempa kir.

Masiya Wanê ku tenê dikare di nava ava gola Wanê ya bi xwê û sodayî de jiyan bike her sal bo hêk kirinê berbi çeman ve dest bi koçekî bê hempa dike.

Keştî piştî seferên dawî, kişandin qeraxê

Bona ku di dema koçê de masî xwe hildiavê je di nava gel de wekî masîya difire tê binav kirin. Di vê heyamê de keştiyên ku li ser golê masivaniyê de kidin, piştî seferên xwe yên dawî kişandin keraxê.

Her sal mihrîcan tê lidarxistin

Li Wanê her sal bona balkişandina ser paristina nifşê Masiya Wanê bi pêşengiya Walîtîya Wanê, li çemê Bend-î Mahî de mihrîcanek tê lidarxistin.

Koça wan di meha Gulanê de destpê dike.

Rojnamevan nivîskar Şahabettin Demîr, ku bo koçberiya masîyan bişopîne li heremê ye, got ku her sal di meha Gulanê de koça masiya destpê dike û wiha got: “Jibo hêkên xwe berdin nava ava şêrîn, berê xwe didin nava çeman. Bona ku ew nikarin di ava bi xwê de hêk bikin dest bi vê koçê dikin.”

 ‘Bila tu kes masiyan negire’

Masiya Gola Wanê ev bi sedsalane vê koça xwe ya bê hempa berdewam dike. Demîr jî derbarê koça wan de axivî û wiha dîyar kir: “Dema hêk kirinê de divê tu kes wan nêçir neke. Di hemu olan de jî cihê wê heye. Sewalên ducanî heramin nayên xwarin. Ez koça wan pîroz dikim.

‘Geliyê Zîlan bi HES’an tê qirêj kirin’

Welatî Salîh Mauroglu jî destnîşan kir ku qedexeyên derketina derva yên di dema pandemiyê de tesîrek erênî li ser qirêjbûna avê kiriye.

Mauroglu di berdewamiyê de her wiha balkişand ser HES’ên ku tê xwestin li hehremê bên çêkirin di vê derbarê de wiha axivî: “Mixabin, li Geliyê Zîlan HES hatine çêkirin. HES avê kirêj dikin. Ev qirêjî zirarê dide masiyan. Em naxwazin li van deran HES bên çêkirin.”

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qedexeya nêçîra Masiyên Wanê destpê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *