‘Divê di rêveberiyên heremî de astengdêr jî bibin xwedî gotin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komeleya Sporê ya Astengderan ya Wanê, ji astengdêran re gelek derfetan diafirîne. Endama komeleyê Sevgî Tunç got: “Ez dixwazim bixebitim lê b, xwe bawer nînim. Min fedî dikir ez derkevim nava civakê. Piştî ez hatim komeleyê baweriya min xurt bû.”

Komeleya Sporê ya Astengdêran a Wanê di sala 1995’an de hatiye avakirin. 300 endamên komeleyê hene. Serokê komeleyê Hanefî Baykara destnîşan kir kul i Wanê nêzî 100 hezar astendêr hene.

Endama komeleyê Sevgî Tunç beriya ku hêj komele nas nekiriye nedikarî ji mala xwe derkeve derva. Lê niha ev dı komeleyê de amedekariya azmûnê dike.

Yek ji astengdêran Velî Kirmizi jî ji bilî basketbolê, dest bi lêdana kemane kiriye. Her ew çiqas di komeleyê de din ava mercên başde jî bibin, li dervabi gelek astengiyan rû bi rû dimînin.

Di komeleyê de tevî sporê çalakiyên çandî jî tên meşandin. Serokê komeleyê Baykara derbarê xebatan de agahî dan û wiha axivî: “Xebatên me yên wekî, şano, mûzîk, kompîtur, qursên azmûnan hene. Qursên me yên ku bi pişgiriya Navenda Perwerdehiya Gel tên dayîn berdewam in.”

‘Divê di rêveberiyên heremî de astengdêr jî bibin xwedî gotin’ - astengderHanefi Baykara
Hanefî Baykara

Baykara her wiha, diyar kir ku li gor demên berê pirsgirêkên wan hinek kêm bûne lê wî da zanîn ku li bajêr ew hej jî bi gelek astengiyan re rû bi rû diminîn. Baykara di vê derbarê de ev tiş gotin: “Xebatên rêveberiyên heremî têrê nakin. Peyarêyên bo astengdêrên dîtinê hatine çêkirin şaş hatne çêkirin. Plana bajêr ne li gor astengdêrane. Pêwiste di rêveberiyên heremî de astengdêr jî bibin xwedî gotin.

Yek ji endamên komeleyê Sevgî Tunç beriya ku hêj komele nas nekiriye nedikarî ji mala xwe derkeve derva. Lê niha ev dı komeleyê de amedekariya azmûnê dike. Wê hestên xwe wiha anî ziman: “Ez dixwazim bixebitim lê b, xwe bawer nînim. Min fedî dikir ez derkevim nava civakê. Piştî ez hatim komeleyê baweriya min xurt bû. Piştî ez hatim vê derê kêfa min gelek xweş bû.”

‘Divê di rêveberiyên heremî de astengdêr jî bibin xwedî gotin’ - astengderSevgi Tunç
Sevgî Tunç

Endamê komeleyê Velî Kirmizi  jî di tîma basketê ya komeleyê de antrenoriyê dike. Hevsera Kirmizi jî astengdêre û du zaroên wan hene. Kirmizi ji bilî basketbolê, dest bi lêdana kemane kiriye. Kirmizi, di berdewamiyê de wiha axivî: “Ev 15 sale ez li virim. Min di şanoyê de jî cih girt û em serkeftî bûn. Tîma me ya basketbolê jî derket lîga yekemin. Van tiştan em kêfxweş kirin.”

‘Divê di rêveberiyên heremî de astengdêr jî bibin xwedî gotin’ - astengderVeli Kirmizi
Velî Kirmizi

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Divê di rêveberiyên heremî de astengdêr jî bibin xwedî gotin’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *