Teatra Nûpelda heta niha 7 lîstikên Kurdî pêşkeş kirine

featured
Teatra Nûpelda
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê Teatra Nûpelda taybet bi şanoyên Kurdî derdikeve pêşberî şanohezan û heta niha 7 lîstikên şanoyê yên bi Kurdî pêşkeşî temaşevanan kirine. Her wiha ew tevli gelek mihrîcanên şanoyê jî bûne.

Koma şanoyê ya Teatra Nûpelda li Wanê lîstikên xwe tenê bi Kurdî pêşkeşî şanohezan dikin. Tetra Nûpelda di sala 2017’ande hatiye avakirin û 10 lîstikvan di komê de cih digirin. Me bi damezirînêrê Teatra Nûpeldayê lîstikvan Ergul Kutlar re derheqê xebat û projeyên wan yên nû de hevdîtinek pêk anîn.

Kutlar, di serî de qala destpêkirina xwe ya şanoya Kurdî kir û got ku piştî wî lîse qedandiye di vê çarçoveyê de ketiye nava lêgerînekê wê çaxê şanoya Kurdî nas kiriye. Kutlar, destnîşan kir ku bi kelecan û coşek mezin wî dest bi perwerdehiya şanoyê kiriye û di vê derbarê de ev agahî dan: “ Di destpêkê de bona qabileyata min a teqlîdê hebû ji şanoyê re eleqeya min çêbû.  Pişt re min bi rêberiya mamoste û hevalên xwe dest bi şanoyê kir. Piştî qedandina lîseyê, ez ketim lêgerînê da ku bibînim ka ez dikarim, şanoyê baştir pêş bixim.”

Teatra Nûpelda heta niha 7 lîstikên Kurdî pêşkeş kirine - WhatsApp Image 2022 03 24 at 09.44.46
Ergul Kutlar

Piştî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Navenda Çand û Hunerê ya Nûda hate vekirin, Kutlar li wê derê dest bi perwerdehiyê kiriye. Kutlar dibêje ku bi kelecanek û coşek mezin li wê derê dest bi perwerdehiyê kiriye û wiha domand: “Dema ez li kuçeyê digeriyam, li ser bîlboardan min reklamek dît. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê navendeke çandê vekir. Heyecaneke taybet da min. Di vê navberê de bêyî ku li benda vebûnê bisekinim, ber bi navenda çandê ve beziyam. Min bi israr xwest ku bêyî vekirinê xwe qeyd bikim. Di vê heyamê de qeyda min hate girtin. Paşê navend vebû, mamoste hatin û me dest bi şanoyê kir.”

Herwiha Kutlar, got ku wan di navendê de perwerdehiya şanoyê bi Kurdî didît û hestên xwe wiha anî ziman: “Vê yekê heyecanek taybetî da min. Meraqa min a ji bo şanoyê her ku diçû zêdetir dibû. Bona ku ezê bi zimanê xwe yê zikmakî şanoyê bikim, ez gelek kêfxweş bûm. Bi vî awayî serpêhatiya min ya şanoyê dest pê kir.

Kutlar dide zanîn ku piştî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re qeyûm hate diyar kirin û navenda çandê hate girtin, wan biryar daye ku di sala 2017’an de Teatra Nûpeldayê ava bikin. Kutlar, diyar dike ku piştî avakirina şanoyê bi 10 lîstikvanan dest bi xebatê kirine û derbarê xebatên xwe de wiha axivî: “Me dika xwe nîne. Em dikên şanoyê yên li bajêr kirê dikin û lîstikên xwe dilîzin. Ji roja damezrandina xwe, heta niha me heft lîstikên şanoyê pêşkêş kirine û bi lîstikên cuda beşdarî 3 mihrîcanan bûne. Listika me ya ewil, ‘Mala Dînan’ bû. Ev lîstik ji aliyê gerînendeyê Şanoya Bajarê Amedê yê nemir Mehmet Emîn Yalçinkaya ve hatiye nivîsin. Wî kedeke mezin daye şanoya Kurdî. Em heta niha bi lîstikên ‘Mal Yek e Dîz Hezar’, ‘Du Jin Du Lîstikvan’, ‘Daweta Bixwîn’ û ‘Li Benda Godot’ derketin pêşberî şanohezan.”

 Herî dawî Kutlar bilêv kir ku wê di 17’ê Nîsanê de saet di 21.00’an de li Dewletê ya Wanê bi lîstika ‘Çend Babam’ ya nivîskarê Îngîlîz Ray Conney cardin werin pêşberî şanohezên Wanê û bang li şanohezan kir.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Teatra Nûpelda heta niha 7 lîstikên Kurdî pêşkeş kirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *