Hunermendê Kurd Îvan Aslan li Wanê derket pêşberî heskiriyên xwe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermendê Kurd Îvan Aslan ku bi terzê ‘Afrotrap’ mûzîkên Kurdî û Tirkî sentez dike, li Wanê konsertek da heskiriyên xwe. Aslan ku hêstên xwe yên derbarê Wanê de anî ziman dibêje: “Wisa ye ku ez li mala xwe me. Mirovên vir pirs xwîn şirîn in. Bi taybet Gola Wanê mirof bextewar dike. Wareke pir bedew e. Ez bi hêstên xweş têm vê derê.”

https://www.youtube.com/watch?v=lMMX-6UShBo

Mûzîkjenê ciwan ê Kurd ku ji Nisêbîna Mêrdînê ye, bi terzê xwe yê mûzîka ‘Afrotrap’ a ji senteza Kurdî û Tirkî pêk tê, navê xwe li hemû deveran belav bûye. Stranên wî li ser Youtube ji aliyê bi milyonan kesî ve têne guhdarkirin. Aslan, ku li Wanê bi konsertekî derket pêşberî mûzîkhezan, taybet bi strana ‘Gimme Gimme’ navê xwe daye bihistin.

‘Di dehsaliya xwe de mûzîk nas kiriye’

Hunermendê ciwan piştî konsertê pirsên Serhat Newsê bersivandin û behsa rêwîtiya xwe ya mûzîkê kir. Ew dibêje hê ku biçukatiya xwe de bavê wî li tembûrê  xistiye û bi vê sayê di 10 saliya xwe de wî mûzîk nas kiriye.

Hunermendê Kurd Îvan Aslan li Wanê derket pêşberî heskiriyên xwe - ivan Aslan 1024x576 1
Îhvan Aslan

Ji hemû welata şopînerên wî hene

Aslan di berdewamiyê de wiha axivî: “Bavê min dema em hêj zarok li tembûrê dixist. Min derdora 10 saliya xwe de mûzîk nas kir. Wê çaxê min dest bi lêdana gîtar kir. Terzê min jî diçe xweşiya hemû kesî. Hima bêje ji hemû welatan guhdarvan û şopînerên min hene. Ev jî bo min serkeftinek mezin e.”

Ew di nava demek kin de hatiye nasîn

Piştî demekê Aslan bi şîrketa Prodîksiyonê ya Zana re dest bi xebatê kiriye. Stranên wî yên herî navdar, ‘Hat Kerwanê Helebê’ û ‘Were Yarê’ ye. Aslan derbirî ku di nava demek kin de terzê wî yê mûzîkê ji aliyê kelek kesan ve hatiye ecibandin û wiha pêde çû: “Her diçe ez zêdetir têm nasîn. Em klîbên nû dikişînin. Piştî Remezanê jî emê klîbek nû biweşînin. Navê strana min, ‘Nebû na te çi zor e’. Em jî bi kelecanî li bendê ne. Ji her bajar û her welatî guhdarvanên me hene. Hin caran ji Fransayê hin caran ji Elmanyayê.”

‘Ez bi hestên xweş têm vê derê’

Heta niha Aslan li herema Serhedê nêzî 15 caran derketiye ser dikê û ev cara duyane ke li Wanê derdikeve pêşberî heskiriyan. Aslan hêstên xwe yên derbarê bajarê Wanê de jî bi van gotinan anî ziman: “We ye ku ez li mala xwe me. Mirovên vir pirs xwîn şirîn in. Bi taybet Gola Wanê mirof bextewar dike. Wareke pir bedew e. Ez bi hestên xweş têm vê derê. Ez spasiyên xwe pêşkeşî Serhat Newsê û şopînerên wê dikim.”

‘Bo danasînê çi ji destê min bê ezê bikim’

Organîzatorê Aslan, Ercan Kaya jî nêrînên xwe anîn ziman û got ev nêzî 10 sale, vî karî dike. Kaya, diyar kir ku ew her tim hewl dide, hunermendên Kurd ên navdar bîne Wanê û bo danasîna bajar çi ji destê wî tê ew ê bike.

Hunermendê Kurd Îvan Aslan li Wanê derket pêşberî heskiriyên xwe - Ercan Kaya 1024x576 1
Ercan Kaya

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermendê Kurd Îvan Aslan li Wanê derket pêşberî heskiriyên xwe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *