Lîstika ‘Domuz Ahiri’ li Wanê hat lîstin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şanoya bi navê ‘Domuz Ahiri’ ya Athol Fugard li ser dika Akademiya Çand û Hunerê ya Uvercinkayê derket pêşberî şanohezan. Derhinerê lîstikê Hasan Bayram, destnîşan kir, dema ku lîstik qediya û listikvan derdikevin silavkirinê ew tesîra lîstikê li ser temaşevanan dikarin bipîvin. Bayram di vê çarçoveyê de diyar dike ku temaşevanên şanoyê yên li Wanê di warê şanoyê de pir hestewar û baldarın.

Heta niha du lîstîk amade kirine

Promuyera lîstikê di 2’yê Adarê de pêk hatibû û wê li heremê heta dawiya meha Adarê turneyên xwe temam bike. Tîma şanoyê ya Uvercînîkayê ji 23 lîstikvanan pêk tê û heta niha yek lîstika zarokan yek jî pêkenok bi giştî du lîstik derxistine holê.

Me bi derhinerê lîstikê Bayram re li ser xebatên şano û lîstika ‘Domuz Ahiri’ guftugoyek pêk anî.

Lîstika ‘Domuz Ahiri’ li Wanê hat lîstin - Listika ‘Domuz Ahiri li Wane hat listin

‘Di govê de 40 sal’

‘Domuz Ahiri’ çîroka Pavelê ku di dema şerê cîhanê yê 2’yemîn de ji şer direve û di govê de xwe diveşêre, vedibêje. Pavel di vê govê de beyî ku rojê bibîne 40 salan derbas dike. Di vê demê de tenê hevsera xwe Praskovya ku jê re xwarin tîne û berazên di govê de dibîne. Pavel, di vir de tenêtiya civakî nixaş dike û tesîrên wê vedibêje.

Lîstika ‘Domuz Ahiri’ li Wanê hat lîstin - Listika ‘Domuz Ahiri li Wane hat listin3

‘Tenêtiya mirovan ya di nava civakê de’

Di vê çarçoveyê de lîstik balê dikişîne ser tenêtîya mirovan ya roja îroyîn û di merheleyê de neynikê dide rûyê civakê. Di lîstikê de gov wekî cihê îzalasyona civakî tê nirxandin û derûniya kesî ya di nava vê civakê de bi avayekî zelal tê nîşandan.  

Lîstika ‘Domuz Ahiri’ li Wanê hat lîstin - Listika ‘Domuz Ahiri li Wane hat listin2

‘Em ji ber eleqeyê keyfxweşin’

Herî dawî, Bayram, got ku lîstik rastî eleqeyek baş hatiye û ji ber vê yekê jî ew gelek keyfxweş bûne. Bayram herî dawî hestên xwe wiha anîn ziman: “Dema ku lîstik qediya û listikvan derdikevin silavkirinê em tesîra lîstikê li ser temaşevanan dikarin bipîvin. Temaşevanên şanoyê yên li Wanê di warê şanoyê de pir hestewar û baldarin. Em ji ber vê bextewar û dilşa bûn.”

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lîstika ‘Domuz Ahiri’ li Wanê hat lîstin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *