Muxtarên jin li Wanê: Jin bi hêsanî dikarin xwe bigihînin me

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Muxtarên jin li Wanê tevî hemû pirsgirêkan, bi zîrekî xebatên xwe dimeşînin. Wan li taxên xwe bi niştecihên we dere re tekiliyek baş danîne. Muxtarên jin dibêjin ku bona, ew jin in bi taybet jî jinên li taxan dijîn bi hêsanî dikarin xwe bigihînin wan.

Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Yekitiya Di Navbera Parlamentoyan De (IPU) nexşerêya ‘Di Sîyasetê De Jin’ ku ji sala 2005’an vir ve tê weşandin îsal jî weşand. Li gor nexşerêyê her çiqas kêm be jî hejmara jinan di nava siyasetê de hinek zêde bûye. Lê belê li gor tespîta nexşerêyê di warê zayendiya civakî de ev raje gelek kêm e. Li gor hema nexşerêyê rajeya hejmara jinan di parlamentoyên netewî de bi pîleyek biçûk îsal derketiye ji sedî 25.5’ê. Ev raje di sala 2020’an de ji sedî 24.9 bû. Tirkiye, di vê nexşerê de ji rêza 122’an daketiye 129’an.

Li bajarê Wanê jî tevî hin qadan di qada muxtariyê de jin jî cih digirin. Me guh da muxtarên jin li Wanê. Gelo çewa hatine hilbijartin, tenê bi hilbijartina wan pirsgirêk çareser bûye an na. Li aliyê din jinên dengên xwe dane wan çi difikirin. Me ev pirs ji muxtarên jin yên taxên Kavurma (Zêwk), Erenkent û Bahçivanê pirsîn.

‘Here mala xwe rûne’

Muxtara Taxa Kavurma (Zêwk) Melek Kina, bi ferqa 2 sed û pêncî dengan hatiye hilbijartin. Dema tê hilbijartin, avahîya muxtariyê ya taxê tunebû. Ji 8 azayan 4 jin in. Wê beriya bê hilbijartin li taxê mamostetîya hunerên destan dikir. Bona wê jî li taxê dihate nasîn. Kina, dibêje ku herî zêde endamên malbata wê yên jin piştgirî dane wê û tevî vê piştgiriyê wê serkeftin bidest xistiye. Kina dibêje ku dema qampanya ya hilbijartinê de rastî hin astengiyan hatiye û gelek kesan ji wê re gotiye, “Ev çi kare. Here li mala xwe rûne”

Bo jinan kooperatîfek ava kiriye

Kina, derheqê xebatên xwe de jî wiha axivî: “Di sala 2021’an de me kooperatîfek ava kir. Koperatîfa me hêj jî dixebite. Jin di kooperatîfê de hunerên xwe yên destan pêşve dibin û di vî warî de berhemên xwe hildiberînin. Jibo hiriya pez ya bermahî were nirxandin, me projeyek amade kiriye. Di vê çarçoveyê de me bi endezyar, mamosteyên pispor û xwediyê pez re hin hevdîtin pêk anîn.

Muxtarên jin li Wanê: Jin bi hêsanî dikarin xwe bigihînin me - Melek Kina 1
Melek Kina

Ji nava 11 namzetan hatiye hilbijartin

Muxtara Taxa Erenkentê Oznur Bingol Pazarbaşi, ji nava 11 namzetan de bi ferqa 500 dengan hatiye hilbijartin. Bazarbaşi dibêje ku ew muxtariya civakî dike. Muxtariya civakî jî ew wiha rewa dike: “Ez hem muxtar im hem jî ciranê wan im. Jiber vê jî gelê taxê bi rehetî dikare were vê derê. Boneya ku ez jinim, jinên taxê jî bi reheti dikarin werin cem min û pirsgirêkên xwe parve bikin. Pazarbaşi, her wiha got ku jibo civanan jî li taxê hin xebat meşandine û di vê çarçoveyê de wan turnuvayek futbolê li dar xistiye. Ew dibêje ku bi saya van xebatan gelek ciwanan dev ji cigarê berdane.

Muxtarê 30 salan têk biriye

Yek ji muxtarên din jî Muxtara Taxa Bahçivanê Nurten Saglam e. Muxtar Saglam, dibêje ku bi piştgiriya jinên li taxê wê biryar daye bibe muxtar û wiha domand: “Li taxa me kesek hebû û ew zêdetirê 30 salane muxtar bû. Tu kes li hemberî wî nedibû namzet. Ez li hemberî wî bûm namzet. Min bi 200 ferq dengan serkeftin bi dest xist.” Herwiha Saglam, dibêje ku pirsgirêkên taxa wan gelek zêde ne û wiha pêde çû: “Li taxê parka me tuneye. Mala me ya sersaxiyê tuneye. Pirsgirêka me ya otoparkê heye. Esnaf peyarêyan dagir dikin. Me heta niha nekariye van pirsgirêkan çareser bikin.”

 (lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Muxtarên jin li Wanê: Jin bi hêsanî dikarin xwe bigihînin me

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *