Partiyên muxalefetê bo ‘Ewlehiya hilbijartinê’ li benda alîkariya baroyan in

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê ku erdhej lê çêbûye niha jî hilbijartinên ku tê gotin wê di 14 Gulanê de bê lidarxistin bûye sedema nîqaşê.  Me jî li Agiriyê ku hilbijartin piranî car li vir dibin sedema niqaşan, pirsa ‘rêxistinên herêmê yên partiyan ji bo ewlehiya hilbijartinê çi dibêjin? ji nûnerên sê partiyên muxalefetê pirsî.  

Tevî ku li Tirkiyeyê derbarê hilbijartinan de nîqaş dihate kirin gelo ka dê hilbijartin 18 hezîranê çêbin an di 14 Gulanê de, erdhejek mezin qewimî. Li gel ku her derê Tirkiyeyê jîn hatiye girtin, derbarê hilbijartina de jî nîqaşek nû çêbû. Ji aliyê hiqûmetê derbarê taloqkirina hilbijartinan de hin daxuyanî hatin dayîn. Lê muxalefetê jî diyar kiriye ku hilbijartin dê di wexta xwe de bên lidarxistin.

Başe gelo rêxistinên partiyên siyasî yên li herêmê derbarê ewlehiya hilbijartinan de çi dibêjin? Me ev pirs ji nûnerên HDP’ê, Gelecek Partî û CHP’ê yên Agiriyê pirsî.

‘Xebat hima bêje bi dawî bûne’

Serokê Rêxistina HDP’ê yê Agiriyê Murat Ozturk got ku wan xebatên ewlehiya hilbijartinê hima bêje bidawî kirine û wiha axivî: “Em wekî HDP, her çiqas fikarên me pir bin jî, bi hêza xwe ya esasî xebatan dimeşînin. Emê bi hêza xwe di hilbijartinan de ewlehiyê pêk bîni. Ji bo vê me peywirdarên sindoqê û muşahîtên xwe diyar kirine û ev xebat li ber bidawî bûnêye. Li bajarê Agiriyê li derdora 126 sindoq hene û ji bo van sindoqan me peywirdan diyar kirine. Ji bo ewlehiya jî di serî de em bang li baroyan û rêxistinên civaka sivil dikin ku tevkariyê bidin vê pêvajoyê.”

Partiyên muxalefetê bo ‘Ewlehiya hilbijartinê’ li benda alîkariya baroyan in - Murat Ozturk
Murat Ozturk

‘Nûnerên şeş partiyan dê li ser sindoqan bin’

Serokê Rêxistina Partiya Gelecek yê Agiriyê Murat Gok, jî derbirî ku ev hilbijartin vê carê di navbera HDP û AKP’ê derbas nabe û wiha axivî: “Emê bo ewlehiyê di astekî bilinde de bixebitin. Di vî warî de em li benda alîkarîya baroyan in jî. Ev cara yekan e ku em wekî Gelecek Partî tevli hilbijartinan dibin. Lê tecrubeya me he ye. Heta niha me gele hîlê di hilbijartinan de dîtine. Beriya niha ji ber ku hêza HDP’ê têra nedikir, AKP li gor dilê xwe tevdigeriya. Lê niha dê nûnerên şeş paritayan li wir bin. Em ê ewlehiyeke di asta bilind de pek bînin.”

Partiyên muxalefetê bo ‘Ewlehiya hilbijartinê’ li benda alîkariya baroyan in - Murat Gok
Murat Gok

‘Tu pirsgirêk dernakevin’

Di vê derbarê de Serokê Rêxistina CHP’ê yê navçeya Gihadîna Agiriyê Ahmet Yenîgun jî got ku ew ê bi hemû tecrubeya xwe li sindoqan xwedî derkevin.Her wiha Yenîgun derbarê xebatan de hin agahî dan û wiha got: “Peywirdarên ku wê li ser sindoqan peywir bigirin ji Dibistana Siyasetê ya CHP’ê perwerde dîtine. Em ê li ser her sîndoqekî yek an jî du muşahîtan peywirdar bikin. Di hilbijartinê de em ê li gel pariyên Tifaqa Millet li ser sindoqan bin. Bi izna xweda di hilbijartinan de tu pirsgirêk çênabe. Ez li ser navê CHP’ê ji hemû gelê Gîhadînê re soz didim ku dengên wan emanetê me ne, teqez tu pirsgirêk dernayê. Her wiha em ji hiqûqnasan jî daxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin me. Ger ew piştgirî bidin em pirsgirêk dernayê.”

Partiyên muxalefetê bo ‘Ewlehiya hilbijartinê’ li benda alîkariya baroyan in - Ahmet Yenigun
Ahmet Yenigun

VİDEO-MONTAJ: BARIŞ ASLAN

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Partiyên muxalefetê bo ‘Ewlehiya hilbijartinê’ li benda alîkariya baroyan in

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *