Pêşengeha Tarhan a bi navê ‘Jin’ li benda hunerhezan e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wênesaz Ozgur Tarhan pêşengeha xwe ya bi nave ‘Jin’ li Wanê vekir. Tarhan, derbarê pêşengehê de got ku wê xwestiye tengasî, xembarî û fikarên jinan bi jest û mîmîkan bide nîşandan.

Pêşengeha ku li Akadamiya Çand û Hunerê ya Uvercînîkayê hatiye vekirin, wê heta 25’ê Adarê vekirî bimîne. Wênasaz Ozgur Tarhan, pêşengaha xwe li 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê îthaf kiriye. Ev pêşengaha Tarhanê ya yekemîn a tekekesiye ku hatiye vekirin û ji wêneyên jinan pêk tê.

Pêşengeh di nava 6 mehan de amade bûye

Tarhan amadekariya pêşengehê di nava 6 mehan de qedandiye û dibêje ku ev pêşengeh berhema keda wê ya bi salan e. Tarhan, diyar dike ku wê xwestiye bi vê pêşengehê hêz, pîrozî, qudret û erka jinê ya di nava civakê de bide nîşandan.

Pêşengeha Tarhan a bi navê ‘Jin’ li benda hunerhezan e - van sergi 1

Rewşa jinan dide nîşandan

Ew derheqê pêşengehê de dibêje ku li hemberî zor û zehmetiyên jinan yên di nava civakê de têne jiyandin wê xwestiye, tengasî, xembarî û fikarên jinan bi jest û mîmîkan bide nîşandan.

Herî dawî Tarhan destnîşan kir ku pêşengeh rastî eleqeyeke baş tê û ew jî ji ber vê yekê keyfxweş e.

Pêşengeha Tarhan a bi navê ‘Jin’ li benda hunerhezan e - van resim sergisi 2

Tarhan kiye?

Wênesaz Ozgur Tarhan, bi eslê xwe ji Wanêye û ji Beşa Hunerên Bedew ya Fakulteya Perwerdehî ya Zanîngeha Yuzuncuyila Wanê di 2016’an de mezûn bûye. Ew heta niha tevli gelek pêşengehan bûye û hêj jî li Beşa Hunerên Bedew ya Zanîngeha Yuzuncuyilê lîsansa bilid berdewam dike.  

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêşengeha Tarhan a bi navê ‘Jin’ li benda hunerhezan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *