City Van AVM bi malovanîya markayên navdar tê vekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Navenda Danûstandinê ya Cîty Vane jiber ku bi milyonan TL deynê wê heye, bi salane sererast nabe. Piştî ku jibo navendê rêveberiyek nû hate diyarkirin, navê wê bere ku Van Park AVM bû hate guhertin û niha navê wê weki City Van AVM hate guhertin.

City Van Alışveriş Merkezi Kurban Bayramı’nda yenide açılıyor. Şehrin ekonomisi için ciddi bir gelir kaynağı olan AVM’yi, yeni yönetim kurulu hayalet konumundan çıkararak hizmete sunmak için hazır. Şehir merkezinde bulunan City Van Alış

Rêveberiya nû deynên navenda danûstandinê hemû dane û bo ku cardin ji xizmetê re were vekirin hemû amedekarî temam kirine. Serokê Desteya Venihêrtina City Vanê Abidin Aslan derbarê mijarê de agahî dan û derbirî ku dê City Vanê cardin texin xizmeta bazirganiya Wanê.

Di Cejna Qurbanê de wê bê vekirin

Aslan herwiha destnîşan kir ku hewl didin ku navenda danûsitandinê di Cejna Qurbanê de têxin xizmeta gel û wiha domand: “Ev 3 sale jibo ev navend cardin rabe ser piyan em xebatên xwe didomînin. Beriya me Alî Aslan gelek ked dabû vê derê. Ew demek beriya niha çû ser dilovaniya xwe. Xweda rehma xwe le bike û serê malbata wî sax be.”

‘Şaş hatiye birêvebirin’

Di berdewamiyê de Aslan anî ziman ku ev der bê xwedî hatiye hiştin û loma jî pirsgirêkên wê ev qas zêde bûne. Aslan, da zanîn ku piştî di sala 2019’an çêkirina navendê qediya bi avayekî şaş hatiye birêvebirin û ji wê rojê heta îro jî ev pirsgirêk nehatine çareserkirin.

Aslan: 1,5 Milyon deyn hatiye razandin

Aslan, di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku wan heta niha nêzi 1,5 Milyon TL deynê ceyran û gaza xwezayî ya Cîty Vanê razandine û jibo pirsgirêkên din bêne çareserkirin ji ew xebatên xwe didomînin. Aslan beriya ku dawî li gotinên xwe bîne got ku ewê teqez navendê bigihînin cejna Qurbanê û di cejnê de gel de bikare li vir danûstandinê.

City Van AVM bi malovanîya markayên navdar tê vekirin - abidin Aslan
Abidin Aslan

Çîrokek dûr û dirêj City Van

Navenda Danûstandinê ya Cîty Vanê li navenda bajarê Wanê hatiye avakirin û li cadeya herî bi navdar ya bajar cih digire. Înşaata navendê piştî 12 salan di sala 2019’an de hate vekirin. Tevî ku cihê wê gelek baş be jî jiber xemsariye tu carê aliyê bazirganiyê de negihiştiye cihek baş.

Navend piştî demek kin di xizmetê de ma, di sala 2019’an de ji ber deynê ceyran û gaza xwezayî cardin deriyên xwe girt û demek dirêj girtî ma.

City Van AVM bi malovanîya markayên navdar tê vekirin - van AVM 1

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
City Van AVM bi malovanîya markayên navdar tê vekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *