Îddîaya, li Wanê alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê wesayîta welatiyekê xeps kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate îddîakirin ku li Wanê alîkarê Serokê Rêxistina Qelqeliyê yê AKP’ê Orhan Yildirim Çakar, wesayîta welatiyê bi navê Şehmus Kaçak qesp kiriye û bi demance ew tehdît kiriye.

Li gor îddîayê esnafê bi navê Şehmus Kaçak xwestiye wesayîta xwe bifiroşe û jibo vê wesayîta xwe daye îlanê. Piştî ku îlan hatiye weşandin, kesekî bi navê Ferît Ozdemîr ji Sêrtê bi telefonê bi Kaçak re dikeve tekiliyê û dixwaze wesayîtê bikere. Kesê ku dibêje navê wî Ferît Ozdemîr e piştî bazarkirinê wesayîtê 2 sed 45 hezar TL yan dikere û dibêje wê li şûna wî xezûrê wî wesayîtê dewr bigire. Piştî têkiliyê AKP’î Orhan Yildirim Çakar, dibêje ew xezûrê Ozdemîre û bona muameleyan, tevî Kaçak diçin Noterê.

Kaçak, ku ji ajansa me re axivî îddîa kir ku beyî pereyê wesayîtê bikeve ser hesaba wî, AKP’î Çakar, bi darê zorê xwestiye evraqê bi wî bide, îmzekirin. Kaçak, parast ku piştî wî îtîraz li vê yekê kiriye, Orhan Çakar, demance daye destê kurê xwe Muhammet Çakar û wiha axivî: “Demance da destê kurê xwe û ji wîre got, ‘Eger ji vir bilewe guleyekê berde serê wî’ Pişt re jî dest danîn ser ruhseta wesayîtê, nasname û mifteya wesayîtê”

Hate îdîakirin ku dema bûyer hate bihistin polîs hatine cihê bûyerê û AKP’î Orhan Yildirim Çakar, ji polîsan re gotiye “Ez alîkarê Serokê Rêxistina AKP’ê ya Qelqeliyê me. Neçarim ku demanceyê bigerînim.”

Li ser bûyerê, dema ku polîs hatine cihê bûyerê, polîsan, ruhsat, nasname û mifteyên Kaçak dane wî û ew ji bo îfadeyê birine qereqolê. Li qereqolê piştî îfadeyan polîsan dest danîn ser demanceya Çakar û ew serbest berdan.

Çakar, hemû îddîa red kirin

Tevî hemû hewldanan, me nekarî em xwe bigehînin Orhan Yildirim Çakar. Lê, li ser navê malbatê kesekî ku dibêje navê wî Hesen e, derbarê mijarê de wiha axivî: “Li vir yê mexdûr em in. 145 hezar TL pereyê me çû. Di vê mijarê de her dû alî jî ketine nava kêmasiyê. Kesên din vê bûyerê gelek mezin dikin. Dibe ku ew jî di nava vî karî de ne. Di dema bûyerê de jibo ku Şehmuz nereve me tedbîr wergirtin. Çi bûyerên xespe an jî tehdîtê nehatine jiyandin.”

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îddîaya, li Wanê alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê wesayîta welatiyekê xeps kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *