Îdîa: 3 penaberên ji ber bêhewayiyê fetisîne li çolterê hatine veşartin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Her roj hejmareke zêde koçber bi ser Îranê ve derbasî aliyê Tirkiyê dibin û di nava mercên zivistanê yên giran de, dimînin ber însafa kaçaxvanan. Li Wanê jî ku yek ji rawestgeha derbasbûna penaberan e, pir caran nûçeyên xemgîn tên rojevê. Herî dawî hate îdîakirin ku 3 penaber ku ji aliyê sînor anîne vî alî ber bêhewayîyê fetisîne û kaçaxvanên penaberan ew li kontarê çiyayekî de veşartine.

Rayedarekî di Rêveberiya Koçberan a Wanê de dixebite û naxwaze navê wî bê eşkerekirin, di vê mijarê de agahiyên girîng dane Serhat Newsê.

Li gor agahiyan, bûyer mehek beriya niha li navçeya Ebaxa Wanê ku li ser sînorê Tirkiye û Îranêye qewimî.

Jiber bêhewayiyê fetisîne

Hat îdîakirin, kaçaxvanan penaberên ku anîne Ebexê li kamyonan siwar kirine û piştê rêwîtiyek kin, penaber bê hewa mane û pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî rû dane. Tê gotin di vê bûyere de 3 penaber jiber bêhewayiyê fetisîne û kaçaxvanan ew li we derê di kontra çiyayekî li ser sînor de veşartine.

Bo penaberan diyeteke taybet

Hate angaştin, piştî vê rewşê cendirmeyan operasyonek lidar xistiye û ev penaberên ku di rewşek xeterde bûn desteser kirine. Tê parastin ku penaberên hatine desteserkirin, li Rêveberiya Koçberiyê ya Wanê hatine bicihkirin û jibo wan diyeteke taybet hatiye amadekirin.

3 kes hatine binçavkirin

Tevî ku bûyer derdikeve holê, li gor heman çavkanî 2 kes li Ebexê, 1 jî Bazidê bi giştî 3 kaçaxvanên penaberan hatine desteserkirin. Tê diyarkirin, cenazeyên 3 penaberan hê jî li heman cihî veşartîne.

Di nava sê salan de 160 penaber mirine

Agahiyên ku gihiştine destê me ev in. Akubeta penaberên din ku me hêj nekariye navên wan diyar bikin hê jî ne diyare. Tenê em dizanin ku ew niha li Rêvebariya Koçberiyê ya Bajêr tên girtin. Di nava 3 salên dawî de li Wanê 160 penaberan cane xwe ji dest daye. Piraniya penaberan bo ku neyên girtin, rêyên gelek xeter bikartînin û di vê rêwîtiya zehmet de pir caran jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî çend sal beriya niha keştiyek penaber barkirî di Gola Wanê de noq bûbû hejmarek zêde penaberan jiyan ji dest dabûn.

Serê Her penaberek nêzî 100 hezar dolar digihije deste wan

Dema penaber ji sînor derbas dibin, kaçaxvan serê yekî di navbera 500 û 1000 dolar pere distînin. Ger kaçaxvanek rojê 100 penabaren ji sînor derbas bike, nêzî 100 hezar dolar pere digihije destê wî. Kaçaxvanên tên girtin jî her çiqas di qanûnê de cezayên giran hebin jî, ew bi cezayên sivin tên cezakirin.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîa: 3 penaberên ji ber bêhewayiyê fetisîne li çolterê hatine veşartin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *