Li sê welatan ketiye dû şopa kurê xwe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Wanê her roj penaberek dibe mijara çîrokek dilşewat. Her sal cendekên wan di bin berfê de derdikevin, hinek di gola Wanê de dixeniqin. Bi rêwîtiyek dûr û dirêj ew dikevin dû hêvî û xeyalên jiyanek xweş û azad.

Gelek penaber di vê rêwîtîya dijwar de, bo fîdye tên revandin, kuştin û hin ji wan jî bi sedema şert û mercên dijwar canên xwe ji dest didin.

Ev du sala kurê wê windaye

Şirîna Mîro ya ku ji Kurdên bakurê Surîyê ye, ev du sal in li kurê xwe yê windabûyî Mihemed Mîrza Mîraz digere û dibêje ku piştî kurê wê ji sînorê Îranê derbasî Wanê bûye, wê careke din agahî ji wî nestandiye. Miro wiha axivî: “Kurê min li Hewlêre di 16’ê Adara 2020’an de ji alîyê kaçaxçiyê bi navê Ehmed Soran ve, ligel hevalê wî û kurê birayê min – dema ku Erdogan rê li ber alemê vekir û got herin Ewrupa- ew şandin Urmîyê ya Îranê. Ji Îranê ew anîn Ebex Wanê,”

Li sê welatan ketiye dû şopa kurê xwe - Şirîn Mîro 1 2 1024x576 2
Şîrîn Mîro

Herî dawî ji Wanê peyam şandiye

Mîro, diyar dike ku  kurê wê Mîrza yê 21 salî, bo wê peyama deng şandîye û di dengê pêşîn de dibêje “Ez derbas bûm, hatim erdê Tirkan û li gundekî dibim mêvan.” Piştre Mîrza dengekî din bo dayika xwe dişîne û dibêje “Em meşîyan çûn gund û li wê derê em îxbar kirin û leşkerên Tirk em girtin.”

Çûye Iraq Îran û Tirkiyê

Dayika Mîrza Mîro ku li Danîmarka dijî, got ku ew piştî dengê kurê xwe, çûye Îranê û Herema Kurdistana Îraqê û bi karbidestan re hevdîn kiriye, lê wê ti encam bi dest nexistiye.

Li sê welatan ketiye dû şopa kurê xwe - vlcsnap 2022 04 08 12h51m28s381 1024x576 2

Kaçaxvanan 10 hezar dolar pereyê wê jê standine

Di berdewamîyê de Mîro wiha dirêjî da gotinên xwe: “Piştî ku min ji karbidestan ti encam nestand, min ji hin kesan û qaçaxçîyan alîkarî xwest û wan jî 10 hezaran dolarên min xwarin û ez xapandim, “Mîro bi Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî hevdîtin pêk anîye û bo peydakirina kurê xwe alîkarî xwestiye

Li sê welatan ketiye dû şopa kurê xwe - Mihemed Mîrza 1 3
Mihemmed Mîrza Mîrza

Çuye cem Waliyê Wanê

Ew destnîşan dike çûye cem Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez û wî du karbidest dane ba wê. Miro, got ku ew tevî karbidestan du rojan li kurê wê gerîyaye, lê tî agahî bi dest nexistine.

Ji serokên hersê dewletan re banga alîkariyê

Dayîk Mîro bo dîtina kurê xwe Mihemed Mîrza banga alîkarîyê li hemû kesî kir û wiha domand: “Hêvîya min ji xwedê ye. Ez bang li hemû kesên dilovan dikim ku bibin alîkar û kurê min peyda bikin. Ez rîca dikim, gazî dikim birêz Erdogan, Nêçîrvan Barzanî dikim; bila alîkarîya min bikin û kurê min bibînin. Ez gazî reîsê Komara Îranê dikim. Ji xweda re dua dixwazim ku ew bo xatirê xwedê alîkarî bide min.”

Vîdeo: Dildar Guler

Montaj: Hakan Aslan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li sê welatan ketiye dû şopa kurê xwe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *