Li Wanê cerdevanek ji ber tecawizê hate girtin: Malbata wî idîaya tecawizê red kir

featured
Cerdevan B.A
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gundê Gerevan (Kirbali) yê bi ser navçeya Elbaka Wanê, cerdevanê bi navê B.A li gor îdîayan tecawizê keçikeke 16 salî kir û ji ber vê sedemê hate girtin. Malbata cerdevanî bûyera tecawizê red kir û got ku tiştek wiha tuneye.

Gundê Gerevan ê bi ser navçeya Elbak (Başkale) ya Wanê bi bûyereke tecawizê heşiya. Cerdevanê bavê du zarokan yê bi navê B.A, keçika 16 salî ya ku li heman taxê rûdinê revandiye. Piştî bûyerê cendirmeyan di encama serdagirtinê de B.A desteser kir. Şahidên bûyerê îdîa kirin ku B.A keçik bi darê zorê revandiye û tecawiz lê kiriye.

Cerdevan hate girtin

Hat hînbûn ku, B.A’yê ku ji aliyê cendirmeyan ve hatibû desteserkirin piştî muameleyên wî yên li qereqolê qediyan, derxistine pêşberî dadgehê û di encama darizandinê ew hatiye girtin.

Malbata cerdevanî bûyera tecawizê red kir

Piştî ku bûyerê di çapemeniyê de cih girt, ferdên malbatê daxuyanî da rojnamevanan û angaştin ku bûyera tecawizê nerast e. Malbatê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotiye: “Di vê bûyerê de teqez, bûyera tecawizê nehatiye jiyandin. Piştî bûyerê keçik birine nexweşxaneyê û jê re rapor standine. Di raporê de behsa tecawizê nîne. Ew (B.A) kes hate desteserkirin û piştre jî hate girtin. Jixwe malbata keçikê jî xizmên me ne. Şevêdin em hatin cem hev û em di navbera xwe de li hev hatin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê cerdevanek ji ber tecawizê hate girtin: Malbata wî idîaya tecawizê red kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *