Sîgorteya karkerê mexdûrê mulaqatê roja ku qeza derbas kir hate çêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Karkerê bi navê Ferhat Altunkopru li Wanê di encama qezaya kar de bi sedema tedbîrên ewlehiya kar nehatibûn wergirtin, di înşaatê de ket û du lingên wî şikestin. Altunkopru, derbirî ku ew bê sîgorte bûye û roja qezayê sîgorteya wî hatiye çêkirin.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, karkerê bi navê Ferhat Altunkopru ji înşaata ku ji aliyê ‘Kaya Kent Yapı Tarım İnşaat Sanayi ve Ticaret Limited’ ve dihate çêkirin, ket û di encama qezayê de du lingên wi şikestin. Hat hînbûn ku karkerê navborî beriya niha di Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitî û bi hinceta nekariye ji mulaqatê derbas bibe tevî 306 karkeran ji kar hatiye derxistin.

‘Ezê li heqê xwe bigerim’

Altunkopru îdîa dike ku beriya dest bi kar bike ji wî re soza çêkirina sîgorteyê hatiye dayîn lê, roja qezayê sîgorteya wî hatiye çêkirin. Ew dibêje ku wê heta dawî heqê xwe bigere û wiha got: “Divê canê karkeran ev qas erzan nebe. Me wekî mirov nabînin. Ez dozdarê wan im.”

‘Roja qezayê sîgorteya min çêkirin’

Karkerê înşaatê Altunkopru roja ku qeza derbas kir wiha vegot: “Dema ku li Kayakent Înşaatê dixebitim, min ji karsazan xwest ku sîgorta min hebe. Wan jî bi gotina “niha an sibê” em mijûl dikirin. Li cihê ku em lê dixebitîn bi her awayî ewlehiya kar tune bû. Dema betlaneya cejnê ket navberê, roja înê piştî cejnê min dest bi kar kir. Ez danê nîvro saet di 16:00 de qeza kirim. Herdu karker bi min re ketin, lê sivik birîndar bûn. Lê her du lingên min şikestin. 10 roj in ez li nexweşxaneyê mam. Dema ez giham nexweşxaneyê, saet 16:30 bû. Dema ez birim nexweşxaneyê ji min re gotin ‘Nasnameya xwe bide min, em ê qeyda te li nexweşxaneyê çêkin’ bê xeber sîgorteya min çêkirin. Ez ê gilî li wan bikim.”

Şirketê îdîa red kirin

Rayedarên “Şirketa Kaya Kent Yapi Tarim Înşaat Sanayî û Tîcaret Lîmîted” ku me li ser vê mijarê bi wan re hevdîtin kir, ev îdia red kirin û gotin, “Karkerê navborî roja ku dest bi kar kiriye sîgorte bû. Di 6’ê mehê de dest pê kir û di wê rojê de ketina sîgorteyê hat kirin. Rayedarên şîrketê jî diyar kirin ku Ferhat Altunköprü ne di nava şîrketa wan de bû, lê di şîrketeke ku taşeronê jê re dikirin de dixebitî.

Serhatnews

(lg)

 

 

 

 

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sîgorteya karkerê mexdûrê mulaqatê roja ku qeza derbas kir hate çêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *